Nav

Buroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê

Navnîşan

Quai aux Pierres de Taille 11

(Arduinkaai 11)

1000 BRUXELLES

Website : www .kurdishbureau.be

E-mail : kurdishbureau@scarlet.be

Tel : 02/219.80.60

Fax : 02/219.24.10

Logo

Ev logoya Buroya Kurdî ji aliyê wênekêşê (ressam) kurd KAKAYÎ bi taybetî ji bo vê rêxistinê di 1997 de hatiye afirandin

 

Du dest, yek sor (kurdî) û yek heşîn (ewropî),

Pênûs û çav,

Û Kurdistan

Encumena birêvebirinê

Pervîn CEMÎL, serok

Xosrow NEWROZÎ (Rênas Newrozî), sekreter

Pieter GERITS, xeznedar

Endamên rûmetê

ADANG Frans, BEAUTHIER Georges-Henri, CARLIER Jean Yves, DARAS José, DE PATOUL Serge, DHAENE Jan, GALAND Pierre, GABRIELS Jaak, GOFFOEL Marianne, ISTASSE Jean-François, MILLER Richard, MONNOM André, MOREELS Reginald, ONGENA Hugo, PATAER Paul, PIERART Pierre, REMACLE Eric, SANT’ANGELO François, SILLIS Cecile, SLEECKX Jef, VAN DIENDEREN Hugo, VAN LANCKER Anne, VERSNICK Geert

Naskirin û alîkarî

Buroya Kurdî ji aliyê sêrvîsên jêrîn ên her du wezaretên çandê yên beljîkî, fransî û flamanî, bi awakî fermî (resmî) hatiye nas kirin û ji wan alîkariya diravî (maddî) distîne 

  • Vlaamse Gemeenschapscommissie (VGC) 

  • Ministère de la Communauté Française, service de l’Education Permanente

 

Buroya Kurdî tu alîkariyeke diravî ji partiyên siyasî, yên kurdî û ne kurdî, nastîne.

Amanc

Buroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê rêxistineke çandî, piraliyî (pluralîst) û ji partiyên kurdî û ne kurdî xerbixwe ye. Ew di 1996 de ava bû û amancên wê yên jêrîn ev in :

 

  • Agahdarkirina ramana tevane ya beljîkî, ewropî û navneteweyî bi rewşa îro, dîrok û çanda gelê kurd.

  • Parastina zanava (nasname) kurdî, tevî rûmetkirina zanava gelên hevsî (cîran).

  • Hêsankirina rasthatin û pêwendiyê di navbera kes û rêxistinên ku bala xwe didin gelê kurd de.

  • Alîkarîkirina Kurdên ku li Beljîka dimînin, ji bo entêgrasyona wan di civaka beljîkî de, bê ku zanava xwe ya çandî hunda bikin.